Nikol Pasinyan: Pêwiste em dîrokê ji nûh de darizînin

Nikol Pasinyan: Pêwiste em dîrokê ji nûh de darizînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ragihand ku divê dîroka bûyerên sala 1915an ji nûh de darizînin û analîzekî kûr di mijarê de bêkirin. Bûyerên sala 1915an ew bûyerin ku bi “komkujiya Ermenan” tê binavkirin.

Paşinyan van gotinên xwe di civînekî li bajarê Zurih a Îsvîçre de got û gotinên Paşinyan li Ermenistanê û diyaspora Ermeniyan de bû sedema munaqeşeyan. Li gor xebera BBCyê; Paşinyan li Zurihê bi nûnerên civaka Ermenan re civiyaye, di civînê de axaftinê kiriye û li ser bûyerên 1915an gotiye:

“Divê car din dîroka komkujiya Ermeniyan bê vekolîn, çiye, çima qewimiye, em çi jê fêm dikin û em di ser kî de ji mijarê çawa fêm dikin, divê em fam bikin. Çima di sala 1939an de komkujiya Ermenî di rojevê de tinebû lê di sala 1950an de derket ortê?

Divê em li van mijaran biaxifin. Ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin, divê em van mijarên bingehîn fêmbikin. Pêwiste em dîrok û nasnama xwe fêm bikin.”

Dewletên DYA û Fransayê komkujiya Ermeniyan qebûl dike. Tirkiyê jî kuştina Ermenan qebûl dike lê komkujiyê qebûl nake. Dibêje ku Osmanî jî hatine kuştin.

Di nav rewşenbîr û siyasetmedarên Ermenan de hene ku gotinînên Paşinyan bi îxanetê binavdikin û hene ku destek jî dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin