Wezîrê Sûrî li ser gefa Tirkiyê bang li welatên Ereb kir

Wezîrê Sûrî li ser gefa Tirkiyê bang li welatên Ereb kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad di serdana xwe ya Rûsyayê de, li Moskowê da xuyakirin, Tirkiye bi piştevaniya xwe ya bo tundrewan û îxwanî mislimîn gefeke eşkere ye bo wan.

Mîqdad bang li welatên erebî kir û got, “Gefa Tirkiyê ya ku alîkariyê dide îxwanî mislîmîn, hêzên tundrew û parçebûnxwazan eşkere û zelal e.”

Wezîrê Sûrî daxwaz ji welatên ereb kir, bala xwe bidin ser wê xeteriyê û nehêlin hin welatên ku dixwazin helwesta welatên ereb parçe bikin bigihîjin armancên xwe.

Mîqdad bang li Amerîkayê jî kir, biryara xwe ya vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê bicih bîne û got, em banga pêwendiyê li wan nakin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin