Amerîka û Almanya li ser Rojava diaxifin

Amerîka û Almanya li ser Rojava diaxifin

PeyamaKurd- Amerîka ji Almanya xwest ku balafirên xwe yên şer yên Tornado bişîne Rojava da Kurdên wê derê biparêzin. Ragihandina nûçeyê ji aliyê kovara Almanya ya bi nav û deng ji aliyê Spiegel ve ragihandin. Li ser mijarê berdevkê karên derve yê Partiya Xirîstiyan ya Demokrat (CDU) Jürgen Hardt got ku divê ew bi awayeka hezkirî li daxwaza Amerîkayê binêrin.

Kovar ragihand ku mijar bi diziye û nehatiye aşkerakirin. Amerîka ku biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê ragihandibû, muxalefeta Trump rexneyên tund li Trump kiribûn û gotibûn; nabe ku Kurd li bin insafa Tirkiyê bimînin. Li ser van gotinan Trump bo parastina Kurdan avakirina herêmeka bi ewle ya ser sînor teklîf kiribû.

Li gor daxwaza Amerîkayê ji Almanya, eger herêma bi ewle ava bibe, dê balafirên Tornado yên Almanya herêma bi ewle ji hewa de biparêzin. Niha balafirên Almanya li esmanê Sûriyê hene lê di çarçoveya hêzên koalîsyonê de dixebitin û li dijî İŞİD ê tên bikaranîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin