Norweç nema sîlih difrose Erebistanê

Norweç nema sîlih difrose Erebistanê

PeyamaKurd- Wezîra karên derve ya Norweçê Ine Eriksen Soreide, Yemenê sedem nîşan da û got nema sîlih û alavên leşkerî difroşin Erebistana Si’ûdiyê. Wezîr ragihandina xwe di televizyona dewletê de di ya bi navê NRK ê de kir.

Soreide, balê kişand ser bûyerên dawî yên ser şerê li Yemenê û weha got: “Em dema şerê Yemenê didin ber çavên xwe ku ketiye çi halî, em ê bo firotina alavên sanayî yên bergiriyê, sîlih û muhîmmatan lisansa nû nedin Erebistana Si’ûdiyê.”

Heya niha Almanya û hukumeta Îsweçê biryara nedana sîlihan bo Erebistanê ragihandibûn û niha Norweç li wan zêde bû. Gelo têkiliya vê biryarê û kuştina Kaşıkçı bi hev heye an na, wezîr vê pirsê bê bersiv hişt.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin