PeyamaKurd- Li gor nûçeyên dawiyê her du parlementerên HDP ê Leyla Güven û Musa Farisoğulları ku di meclisê de parlemeneteriya wan ji destê wan girtin, di ser de ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê de biryara girtina wan hat dayîn. Farisoğulları li Diyarbekirê hat binçavkirin. Serdozgerî ragihand ku cezayên Farisoğulları û Güven heye û lewra biryara girtina wan dane.
Di derbarê parlementer Farisoğulları de ji aliyê dadgeha cezayê giran ya 2 yem ya Diyarbekirê de, bi sedema ku endamê rêxistina terorê ye 9 sal cezayê wî heye û yê Leyla Güven ji aliyê heman dadgehê de 6 sal 3 meh cezayê wê heye. Cezayên her dû parementeran ji aliyê dadgeha bilind ve ji aliyê Yargıtay ê de hatibûn tesdîqkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin