Ebdulmehdî: Ezê nameya îstifaya xwe bisînim parlamenê

Ebdulmehdî: Ezê nameya îstifaya xwe bisînim parlamenê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, li ser bangewaziyên Mercê Bilind ê Şîeyan Ayettullah Alî Sîstanî û serokê bizava Sedr Muqteda es Sedr a karvekêşana ji serokwezîrtiyê ragihand ku ew dê nameya îstifaya xwe bişîne parlamentoyê.

Ajansa Sûmerîa ya Iraqê ragihand ku Adil Ebdulmehdî li ser mijara îstifaya xwe peyamek belav kiriye û gotiye, ew dê nameya îstîfaya ji serokwezaretiyê bişîne parlamentoyê, lê nameyê kengî dişîne diyar nekir.

‘Min berê jî daxwaza îstifayê kiribû’

Di daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî wiha hatiye gotin:

“Em di rewşeke nexweş û bi êş de derbas dibin. Em ji bo başkirina rewşê û xwîna dirêje nikarin tiştekî bikin . Divê Parlamentoya Iraqê berjewendiyên gelê Iraqê li ber çavan bigire. Rê li pêşiya bûyerên xirab bigire. Lewma ji ber berçavgirtina daxwaza Sîstanî ezê nameya dest ji karkêşana xwe ji bo parlamentoyê bişînim. Hemû kes dizane berê jî min daxwaza îstifayê kirîbû."

Ji ber alozî û xwepêşandanên meha borî li gelek bajarên Iraqê bi sedema gendelî û nebûna xizmetguzariyê destpê kirine, heta niha bêhtirî 400 kesan jiyana xwe ji dest daye ku hîn jî protesto berdewam in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin