Yasaya Çarçoveyê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de weşiya

Yasaya Çarçoveyê di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de weşiya

PeyamaKurd - Çarçoveyasaya bi navê "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekrêziya Civakî" ya li ser çekdanîn û xwefesihkirina PKKê li Parlamentoya Tirkiyê hatibû pesendkirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin û bi awayekî fermî ket warê cibicîkirinê.

Ev proje ku ji aliyê AK Partiyê ve hatibû amadekirin, bi piştgiriya MHP û DEM Partiyê û bi 467 dengên "erê" li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû pejirandin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ketina meriyetê ya vê yasayê peyamek belav kir, spasiya hemû aliyên siyasî yên piştgir kir ku ev yek wekî "mînakeke dîrokî ya lihevkirina neteweyî" bi nav kir û hêvî xwest ku ev gav ji bo aramiya bibe sedema xêr û xweşiyê.

Li gorî xalên yasayê, çarenivîsa endam û alîgirên PKKê ku amade ne çekan deynin tê diyar kirin û ji bo pêkanîna gavên paşerojê merc hatine danîn ku saziyên ewlehiyê piştrast bikin ku PKK û rêxistinên peywendîdar dawî li çalakiyên xwe anîne.