PeyamaKurd - Rêxistina terorê DAIŞê beriya niha bi bi pênc salan rojeke wekî îro (03.08.2014) da êrîşî Şingalê kiribû û nêzîkî 5 hezar jinên kurdên êzdî hatibûn kuştin û 200 hezar kurdên êzdî ji Şingalê derketibûn û bibûn penaber. 5 sal di ser komkujiya Şingalê re derbas bûn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Şingalê” nas kir.
ARMANCA SEREKE YA DAIŞê TÊKBIRINA PROSEYA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ Û DESTKEFTÊN KURDISTANÊ BÛ
Rêxistina îslama tûndrew ya bi nave Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku armanca wê ya serekî têkbirina proseya serbixwebûna Herêma Kurdistanê û destkeftên Herêma Kurdistanê bû ji aliyê hin dewletan va bi ser Herêma Kurdistanê da hatibû şandin. DAIŞê di 03.08.2014 an de êrîşî Şingalê kir û bi 5 hezar kurdên êzdî kuştin û revandin. Herwiha zêdetir ji 200 hezar kurdên êzdî penaber bûn û li kampên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi cî bibûn.
BI PIŞTEVANIYA HINEREBÊN LI HERÊMÊ DAIŞ LI DEVERÊN WEKE REBÎA, WANKÊ, SINÛNÊ Û ZUMARÊ BI CÎ BÛ
Rêxistina terorê DAIŞê ya ku piştî dagirkirina Mûsil û gelek deverên din ê Iraqê çekên giran yên Amerîkayê bi dest xistibûn êrîşên xwe li dijî Herêma Kurdistanê berfirehtir kiribûn. Bi piştevaniya hin erebên li herêmê DAIŞ ji bilî Şingalê li deverên weke Rebîa, Wankê Sinûnê, Zûmarê bi cî bibû.
Serokê Mesûd Barzanî soz da bû kurdên êzdî ku wê rêsistina terorîst DAIŞ ji Şingalê bihê derxistin. Bi serfermandariya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Pêşmergeyan dijî DAIŞê rawestiyan û di demeka kurt da karîn ew efsaniya DAIŞê bişkînîn. Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li eniyên weke Kerkûk, Dîcle, Mexmûr û Nînowayê zêdetir ji 700 kîlometreyan şerê DAIŞê kirin.
SEROK BARZANÎ BEŞDARÎ OPERASYONA LI DIJÎ DAIŞÊ BÛ
Herwiha derbeya herî giran di 12ê Mijdara 2015an bi Operasyona Şingalê li dayê jê hate dayîn. Bi serfermandariya Serok Mesûd Barzanî û bi beşdariya hêzêke giran a Pêşmergeyan li dijî DAIŞê operasyon da destpêkirin û di nava çend saetan da DAIŞ bi temamî ji Şingal û dorûbera wê hat derxistin.
Herwiha ligel Şingalê DAIŞê li Zummar, Wankê, Rebîa, Sinûnê, çiyayê Şingalê hatin derxistin.
Herî dawî roja pêncşemê 01- 08- 2019an bi minasebeta 5 saliya Komkujiya Şingalê Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdiyan amareke nû ya qurbanî û rizgarbûyên kurdên êzdî belav kiribû.
LI GOR NIVÎSGEHA RIZGARKIRINA REVANDIYÊN ÊZDIYAN AMAR WIHA YE:
Piştî 16ê Cotmehê 2017an rêkeftina komeka nava Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li (YNK) ligel milîsên Heşdî Şabî û Bexdayê milîsên Heşdî Şabî Kerkûk, Şingal, Mexmûr û gelek navçeyên din ê Herêma Kurdistanê dagir kirin.
HÊJÎ GELEL XELKÊ ŞINGALÊ LI KAMPÊN PENABERAB DIJÎN Û VENAGERIN ŞINGALÊ
Ji ber hebûna hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Heşdî Şabî rewşa emnî li Şingalê cîgir nebûye û xelkê Şingalê ji xizmetguzariyan bêpar dimînin. Herwiha ji ber nebûna ewlehî aramî û xizmetguzariyan bi hezaran kurdên êzdî hîn di kampên penaberan da dijîn û venagerin Şingalê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin