PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet bo Îranê yê Amerîkayê Brian Hook ragihand ku Îran li hedefên Amerîkayê bixe an êrîşê berjewendiyên wan bike, dê Amerîka, bi bikaranîna leşkerî bersiva Îranê bide.
Hook tevlî civîna awarte ya Yekîtiya Ereb bû. Civîna awarte li ser daxwaza qralê Erebistana Si’ûdî Selman Bîn Ebdulezîz li Mekkeyê hat kirin. Hook ragihand ku hebûna Amerîkayê ya leşkerî di Rojhilata Navîn de, ji nûh de bicîhkirine û ev yek encameka bi bandor û êrênî çêkiriye.
Temsîlkarê Amerîka ragihand ku Îran peyama wan girtiye û li benda encamên lêpirsînên êrîşên sehayên petrolê ne. Ew sehayên ku aîdê Norweç, Emarat û Erebistana Si’îdî ne. Piştî encamên lêpirsînan dê Amerîka bersivê bide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin