Rubio: “Îranê qebûl kir ku hinek ji bernama nuklerî muzakere bike”

Rubio: “Îranê qebûl kir ku hinek ji bernama nuklerî muzakere bike”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio ragihand ku Îran qebûl kiriye hinek ji bernama nuklerî muzakere bike. Hevdîtin dibe bibin alîkarê vebûna Tengava Hurmizê.

Marco Rubio axaftina xwe di komita karên derve ya Senatoya Amerîka de kir ku li ser budça sala 2027an bû. Rubio got:

“Îran mecbûre muzakereyan li ser ûranyûma zengîn ya ku li çiyayê Îranê veşartiye bike û behsa dahatûya wê bike. Mînak; divê Îran qebûl bike ku wê ûranyûmê îmha bike. Niha pirs ev e: Em ê vêya bi kîjan mekanîzmayan bikin? Mirov dikare vê muzakere bike.”

Rubio got ku dibe bersiva wê heya 6 rojan were. Tehranê gotiye ku muzakereyên di rêya kesên din de zahmete lê dîsa dibe peymanekî bibe da şer bi dawî bibe.