PeyamaKurd - Di derbarê teqîna 5ê mehê li Bendera Beyrûdê çêbû û ziyanên mezin çêkir de, 16 kesên wezîfedar hatin girtin.
Tê plankirin ku lêpirsîn 5 rojan berdewam bike.
Beriya niha ji bo kesên ji 2014an û vir ve di karê depokirin, parastin û kontrolkirina benderê de dixebitîn biryara zindanîkirina li malê hatibû dayîn.
Herwiha ji ber teqînê, rayedarên welat hatin protestokirin û Balyoza Ammanê ya Lubnanê Tracy Chamoun ji ber teqînê dest ji kar berda.
Li gorî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Hamad Hasan, hejmara miriyan gihiştiye 135 kesan. Nêzîkî 5 hezar kes birîndar bûne û bi dehan kes winda ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin