Rejîma Esed: Emê Sûriyê ji ‘dagirkeriya Tirk’ biparêzin

Rejîma Esed: Emê Sûriyê ji ‘dagirkeriya Tirk’ biparêzin

PeyamaKurd – Rejîma Beşar Esed li dijî operasyonên Tirkiyê û avakirina herêma tampon derket û ragihand, "Emê erda welat ‘dagirkeriya Tirk’ jî tê de ji hemû êrîşan bi derfetên xwe biparêzin.”

Di daxuyaniya hikûmeta Sûriyê de, li dijî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên derbarê avakirina herêma tampon li bakurê Sûriyê bi rûberga 30 kîlometreyan hat derketin û hat gotin, “Tirkiyê di hevdîtinên Astanayê de palpiştiya terorîstan kir û tenê bi zimanê êrîş û dagirkeriyê diaxive.”

Di daxuyaniyê de li ser hewlên herêma ewle hat diyarkirin, mebest parastina terora navnetewî ya ku hikûmeta Sûriyê ev 8 sal in li dijî wan têkoşînê dide ye û dê ji aliyê Tirkiyê ve teror bê geşkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin