Zengene: Me tenê biryarê bicîh anî

Zengene: Me tenê biryarê bicîh anî

PeyamaKurd- Wezîrê karê Petrolê yê Îranê Bijen Namdar Zengene li Viyanayê bersiva pirsên medya Îranê da. Zengene bi sedema civîna rêxistina dewletên ku petrolê difroşin ya OPEC ê li Viyana ye. Wezîr Zengene ragihand ku zêdekirina bihayê benzînê ne ji aliyê wan de hatiye kirin lê tenê ew biryarê tetbîq kirine. Zengene weha got:

“Bo zêdekirina bihayê benzînê biryarek hat dayîn û bo me hat gotin. Biryarê ne me daye. Me tenê tetbîq kiriye.”

Zengene got ku piştî zêdekirina bihayê benzînê rojane 20 mîlyon lître tesarûfê kirine. Li ser mijara muzakereyên navbera Îran û Amerîkayê bo destpêbikin Zengene weha got:

“Divê dorpêçên ser firotina petrolê û karê bankayê tev rabin. Eger tenê yê ser petrolê rakin em ê petrolê bifroşin lê perê petrolê nestînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin