PeyamaKurd – Amerîka nahêle Hikûmeta Iraqê ji Rûsyayê sîstema berevaniyê ya mûşekî S-400an bikire.
Li gor Endamê Parlementoya Iraqê yê Fraksiyona Hevpeymaniya Feth Mihemed Kerîm bi daxuyaniyê da zanîn: “Pêşbînî dihate kirin ku Iraq li gel Rûsyayê peymana kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî S-3000 û S-400 bike, lê aliyê Amerîkayê li dijî vê mijarê sekinî û bi awayekî eşkere ji Iraqê re ragihand ku nahêle wê sîstema Rûsyayê bikire.”
Herwiha Feth Mihemed Kerîm destnîşan kir: “Amerîkayê tu sîstemek li şûna wê nîşan neda, lê li ber kirîna sîstema Rûsî, bûye asteng û nahêle Iraq şiyana xwe ji aliyê berevaniya esmanî ve pêş bixe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin