PeyamaKurd- Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku bi piranî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tên, di van rojên dawî de daxuyandibû ku bi tevahî ji Minbicê derketine. Li ser vê geşedanê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê gotibû ku em ji van nûçeyan bawer nakin. Lewra YPG bi tevahî ji Minbicê derneketiye.
Serokê SASAMê Sûleyman Erdem jî di derbarê geşedanan de wiha axivî: “YPG di cih de ji Minbicê dernakeve. Amerîka wê hinekî li gorî geşedanan bimeşe. Amerîkayê gelekî razemenî li YPGê kirine û hê jî piştgiriyê didiyê.”
Erdem wiha dewam kir: “Amerîka bi taybetî dixwaze ku YPG li Rojhilatê Firatê hebûna xwe bi hêzdarî dewam bike. Daxwazên ji bo Rojhilatê Firatê nayên qebûlkirin. Ez dibêjim qey di nêz de ji bo Îranê hinek geşedan têne hêvîkirin. Ku YPG derketibana, Tirkiyê nediderewand. Ez bawer nakim ku di demeke kin de ev pirsgirêk were çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin