Li Semsûrê ji ber Korona di rêuresman de pêskêskirina xwarinê hat qedexekirin

Li Semsûrê ji ber Korona di rêuresman de pêskêskirina xwarinê hat qedexekirin

PeyamaKurd – Li parêzgaha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di derbarê bergiriya vîrusa Korona, biryarên nû hate dayîn.

Lijneya Parêzgariya Semsûrê ya Hifzisihha, bi seroktiya Parêzgar Mahmut Çuhadar civiya. Di civînê de, li hember vîrusa Korona biryarên nû hat dayîn. Bi biryara lijneyê, li parêzgaha Semsûrê di serdana cejnan, di dawetan û di mewludan de pêşkêşkirina xwarinê hat qedexekirin.

Lijnê biryar da, di rêûresman de benda, ku di navbera însanan de metreyekê dûrahî hebe wê berdewam bike. Herwiha bo bergiya şewba Korona bigrin, li parêzgeha Semsûrê serdana şîna û nexweşan jî hate qedexekirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin