Amerîka: “Çîn, kesê ku FBI lê digere vedisêre”

Amerîka: “Çîn, kesê ku FBI lê digere vedisêre”

PeyamaKurd- Rêvebirên Amerîkayê ragihandin ku balyozxaneya Çînê akademîsyenekî vedişêrin. Ew kes bo vîze ya Amerîkayê bistîne ku têkiliya wî bi artêşa Çînê re heye, balyozxane ya Çînê ya San Francisco yê sûcdar dike.

Dozgerên Amerîkayê li dadgeha San Franciscoyê ya îdara herêmî de, di 26 ê hezîranê de dozekî vekir ku Çînîyê akademisyen yê bi navê Tang Juan ku di zankoya Davis California de weka lêkolîner dixebite, li dijî wî, di mijara “sextekariya vîzeyê” de doz vekir.

Tang, di seredana xwe ya vîzeyê de ragihandiye ku ew di artêşa Çînê de perwerde nebûye. Lê FBI di lêkolîna xwe de rastî wêneyên Tang hatine ku bi cilên xwe yên leşkerî wêneyan kişandiye û di Zankoya leşkerî di beşa Tib ê de wezîfe kiriye. Tang, piştî hevdîtina xwe ya bi FBI ê re tewanan red kiriye û xwe sipartiye balyozxane ya Çînê ya li San Franciscoyê.

Dozger dibêjin ku Tang, ji aliyê artêşa Çînê de hatiye şandin û perçeyekî ji bernameya artêşa Çînê ye û bernamevanekî ku ji aliyê Çînê de bi beyanên derew û nasnameya sexte bo Amerîkayê hatiye çandin. Amerîka dibêje ku Çîn sextekariya vîzeyê kiriye û lêkolînerên xwe dişîne zankoyên Amerîkayê û diziya fikrî ya mulkiyetê dike.

Tang ne kesê yekeme ku bi sextekariya vîzeyê tê sûcdarkirin. Meha borî lêkolînerê bi navê Çen Song jî ku di zankoya Stanfordê de dixebitî, bi sedema sextekariya vîzeyê hatibû girtin.

Amerîka xwestibû ku balyozxaneya Çînê ya li Houstonê din av 72 sietan de bê girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin