Numan Kurtulmuş: Hêviya me ew e ku pevçûnên li Helebê bi dawî bibin

Dîroka Weşanê :
Numan Kurtulmuş: Hêviya me ew e ku pevçûnên li Helebê bi dawî bibin

PeyamaKurd – Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, bi boneya "Roja Rojnamegerên Dixebitin" serdana rojnamevanan kir û li wir derbarê geşedanên dawî yên li Helebê daxuyaniyek da. Kurtulmuş diyar kir ku ew rewşa li Helebê bi fikar dişopînin û hêvî dikin ku pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di zûtirîn dem de bi dawî bibin.

Kurtulmuş di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ji bo çareseriyeke mayînde li Sûriyeyê, divê "Peymana 10ê Adarê" were bicihanîn. Wî destnîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku li Sûriyeyê rejîmeke piralî, demokratîk û nûner bibe xwedî desthilat, daku aramiya herêmî pêk were.

Her wiha Kurtulmuş behsa bûyera îstismara cinsî ya li Meclîsê jî kir û ragihand ku wan lêpirsîneke bi bandor daye destpêkirin. Wî diyar kir ku di vê çarçoveyê de 5 kes sewqî rayedarên dadwerî hatine kirin û rûniştina yekem a dadgehê wê di 16ê Rêbendanê (Çile) de bê dîtin.