PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku bandoreke mezin a hişkesaliyê û guhertina avhewayê li ser Iraqê heye û hişyarî da.
Serokê Bernameya Geşepêdanê li NY Auke Lootsma got: “Iraq rûbirûyî hişkesaliya herî xirab bûye û dê ev rewş yek bi yek bandorê li sektorên aborî û xelkê Iraqê bibe.”
Auke Lootsma da xuyakirin ku asta avê li Iraqê gelekî kêm bûye û gefê li ser dahatuya Iraqê dixwe û niha bandorê li ser ewlehiya xurekan û çandiniyê dike.
Herwiha Lootsma da zanîn ku bandorên guherîna avhewayê li ser herdu rûbarên Dicle û Firatê bi awayekî eşkere xuya dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin