NY: Ji ber şerê li Helebê 30 hezar malbat koçber bûn

Dîroka Weşanê :
NY: Ji ber şerê li Helebê 30 hezar malbat koçber bûn

PeyamaKurd – Nivîsgeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), bîlançoya giran a şerê du rojên dawî yê li Helebê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya OCHAyê, ji ber dijwarbûna pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, nêzîkî 30 hezar malbat neçar mane ku malên xwe biterikînin û aware bibin.

NYyê her wiha ragihand ku di van rûdanan de heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 55 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de nîgeranî derbarê ewlehiya sivîlên ku di nava agir de asê mane, hat nîşandan.