NY: Ji bo paqijkirina xirbeyên li Xezzeyê dibe ku 14 sal bidome

NY: Ji bo paqijkirina xirbeyên li Xezzeyê dibe ku 14 sal bidome

PeyamaKurd – Rayedarekî Neteweyên Yekbûyî got ku ji bo rakirina rêjeyên mezin ji bermahiyan, di nav de cebilxaneyên neteqiyayî yên ku ji şerê Îsraîl û Xezzeyê mane, dibe ku nêzî 14 salan bidome.

Operasyonên Îsraîlê yên li dijî Xezzeyê, herêm veguherand erdekî tijî xirbe.

Pehr Lodhammar, karbidestekî payebilind bi Dezgeha Çalakiya Mayinan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS), di brîfîngekê de li Cenevreyê got, şer nêzîkî 37 mîlyon ton mayîn li devera ku pir bajarî û niştecîh lê zêde ye hiştiye.

Digel ku ne mimkun e ku hejmara teqez a cebilxaneyên neteqiyayî yên li Xezzeyê hatine dîtin were destnîşankirin, wî got, tê pêşbînîkirin ku paqijkirina bermayiyan, tevî kavilên avahiyên hilweşiyayî, di bin hin mercan de dikare 14 salan bidome.