PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ragihand ku wê ji bo hemwelatiyên Ûkraynayê yên dibin êrîşa Rûsya de bi miqdarê 20 mîlyon dolarî alîkariya lezgîn bişîne. Guterres, ragihandina xwe li navenda Neteweyên Yekgirtî ya li New Yorkê kir û weha got:
“Ji bo pêdiviyên lezgîn ji fona navendî ya mudaxeleya lezgîn, em ê yekser 20 mîlyon dolar pere veqetînin. Em îro li ser axa Ûkraynayê ya desthilat, bi deh saleye ew tiştên ku me li Awrûpayê nedîtiye, em li ser axa Ûkraynayê dibînin. Em bang dikin ku parastina sîvîlan yekem kiryar be û hûqûqa navdewletî bê parastin.”
Sekreterê giştî yê NY bang li serokê Rûsyayê Valdimir Putin kir û weha dewam kir:
“Ez banga xwe ya do ku min ji bo Putin kir dubare dikim: Oparesyona leşkerî rawestînin. Leşkeran bi paş de vekişînin Rûsyayê. Bila herkes peymana NY bixwîne. Ew xala ku dibêje: ‘Wê temamê endaman, di pêwendiyên navdewletî de ji bo yekîtiya axê û serxwebûna siyasî, kiryarên ku li dij amarmanca NY be, wê ji bo wan hêz bikarneynin an tehdîdekî nekin.’”
Guterres her weha got ku biryarên ku di rojên pêşde bên dayîn, wê şeklekî bide dinyayê û wê li ser jiyana bi mîlyonan mirovan bandorê bike. Ji bo nesla ha, ji bela şer rizgar bikin, hêjî dereng nîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin