NY: Rewşa Sûriyê zehmet e, divê Destûreke domdar hebe

NY: Rewşa Sûriyê zehmet e, divê Destûreke domdar hebe

PeyamaKurd - Cîgirê nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Claudio Cordone ji malpera NY re ragihand ku rewş li Sûriyê zehmet e û ew kar li gel hikûmeta Sûriyê dikin ji bo çareserkirina gotara kînê, ku diyardeyeke cihê dilgiraniya hikûmetê û civaka sivîl e.

Cordone diyar kir ku ew ê alîkar bin bi hikûmetê re ji bo danîna destûreke domdar ku cihê hemû kesî tê de hebe û got ku rêkeftina 29ê Çileya borî û xwendina bi zimanê Kurdî geşedaneke erênî ye.

‘Divê hikûmet bi rêyên destûrî kar bike’

Claudio Cordone behsa bûyerên li Siwêda û berava Sûriyê kir û got ku ew bûyerên tendûtûjiyê cihê mixabiniyê bûn û divê hikûmet bi rêyên destûrî kar bike da ku hemû pêkhate hest bikin ku ew beşek in ji Sûriyê.

Nûnerê NY, behsa doseya dadweriya veguhêz jî kir û tekez kir ku divê Sûrî hest bi hebûna dadweriyê bikin û çarenivîsa windabûyan were eşkerekirin.

Cordone got ku beşdariya jinan di hikûmeta Sûriyê de sînordar e, ku rêjeya wan di encûmena gel de 10.5% û bi tenê wezîreke jin di hikûmetê de heye û ji ber wê yekê divê hîn gelek kar werin kirin.

Divê Şam û Tel Avîv li hev bikin

Cordone da zanîn ku Sûriyê karibû xwe ji nakokiyên herêmî dûr bixe lê kiryarên leşkerî yên Îsraîlê gefê li aramiya Sûriyê dixwin û ew dibînin ku divê çareserî di navbera herdu aliyan de diplomatîk be.

Li gorî Cordone, ew pêşwaziyê li navbeynkariyên di navbera Sûriyê û Îsraîlê de li ser bingeha rêzgirtinê li serweriya Sûriyê dikin û hêvîdar in Sûriye û Îsraîl bigihin rêkeftineke ewlehîyê.