NY: Rusya û Ukraynayê, mafên mirovan binpê kirin!

NY: Rusya û Ukraynayê, mafên mirovan binpê kirin!

PeyamaKurd- Rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Rusya û Ukraynayê bi darvekirina girtiyan, mafên mirovan binpê kirine.

Di raporta Neteweyên Yekbûyî ya bi navê 'Di çarçoveya êrîşa çekdarî ya Federasyona Rusyayê ya li dijî Ukraynayê de nêzîkahiyên li dijî mirovahiyê' de hat ragihandin ku herdu welatan der barê girtiyên şer de mafên mirovan binpê kirine û hin girtî jî hatine darvekirin.

Di rapora ku ji aliyê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) ve hat weşandin de nêzîkatî û binpêkirinên Rusya û Ukraynayê yên li hemberî girtiyên şer hatin nirxandin. 

Hat diyarkirin ku Rusyayê 15 girtiyên dîl înfaz kirine û hat gotin ku “Têkildarî nêzîkahiyên li dijî girtiyên şer ên di destên Federasyona Rusyayê de binpêkirinên mezin ên Mafên Mirovan ên Navneteweyî û binpêkirinên giran ên Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî ku dibe ku bibe sûcê şer belge kiriye. Di nav van de kuştina 15 leşkerên bê daraz, bikaranîna leşkeran wekî mertalên mirovî, nebûna lênihêrîna bijîşkî û êşkencekirin an muameleya xirab a ji bo agahdarkirinê di nav wan de ne. 

Di raportê de agahiyên ku Ukraynayê bêyî darizandin 25 hêsîr darve kirine hat parvekirin û wiha hat gotin: “Di derbarê nêzîkahiya li dijî girtiyên di destên Ukraynayê de OHCHR jî agahiyên ku ji çavkaniyên vekirî, serdanên li cihê bûyerê û hevdîtinên bi şahidan re hatine berhevkirin, dide ku herî kêm 25 rus piştî ku hêsîr hatin girtin bêyî ku bên darizandin hatin girtin. "Bûyerên bi vî rengî binpêkirinên cidî yên Mafên Mirovan ên Navdewletî û Hiqûqa Mirovî ya Navneteweyî ye ku dibe ku bibe tawanên şer."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin