PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşnûme biryarek qebûl kir û bal kişand ser wê yekê ku gotinên nefret û dijminatiya biyaniyan, nakokiyan geş dike.
Hat diyarkirin ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, di bin serokatiya Îmaratê de ku ji vê mehê ve serokatiya saziya 15 endaman kir, li ser aştî û ewlehiya navneteweyî civînek li dar xist.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku li seranserê cîhanê dijminatiya biyanî, nijadperestî, bêtehamulî, dijminatiya Misilmantiyê, antîsemîtîzmê û êrîşên li ser kêmîneyên xiristiyanan zêde bûne û destnîşan kir ku gefên li ser aştiyê tên.
Guterres diyar kir ku ji hevrikiya ji bo hêz û çavkaniyan bigire heta binpêkirinên mafên mirovan, ji hikûmetên lawaz heta xizaniya giran ku ev yek dikare ji ber gelek sedeman pêk were.
Sekreterê NYê bi berdewamî got, "Faktora hevpar a ku pevçûnan dide destpêkirin û gurtir dike, nefreta ji yên din e, ku hegerên herî xirab ên mirovahiyê dixwe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin