NYT: Çîn dê bi dizî çekan bifroşe Îranê

NYT: Çîn dê bi dizî çekan bifroşe Îranê

PeyamaKurd – Rojnama DYA ya The New York Times (NYT) nûçeyekî belav kir û di nûçê de got ku Çîn xwe amade dike da bi dizî çekan bifroşe Îranê. Çapemenî tam di wexta ku serokê DYAyê Trump li Çînê ye vê xeberê belav kir.

Li gor rayedarên DYAyê gotine; şêrketên Çînî di mijara firotina çekan ya bo Îranê de hevdîtinan dikin û ji bo çavkaniya çekan veşêrin jî plan dikin ku di ser welatên din de çekan bişînin Îranê.

Îstîxbarata DYA agahiyan daye hev ku di derbarê şandina çekan de hevdîtinan kirine. Çiqas çekan şandine an sewqiyat bûye an nebûye nayê zanîn û zelal nebûye. Rayedarên Çînê çendîn şandina çekan erê kirine, ew jî nayê zanîn.

Wê Trump di vê seredana xwe de behsa vê mijarê bike an neke nayê zanîn. Lê heya niha ti îşaretekî nîne ku çekên Çînê Îranê bikar aniye.