PeyamaKurd - Rojnameya New York Timesê di nûçeyeke xwe de ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amadekariyê dike ku senatorê berê yê Demokratan Jim Webb li şûna Wezîrê Berevaniyê James Mattis ku îstifa kiribû, destnîşan bike.
Rojnameya NYT ku vê agahiyê dispêre rayedarên Amerîkî dibêje, rêveberiya Trump bi Webb re ketiye pêwendiyê û tê xwestin ku ew bibe wezîrê berevaniyê li şûna Mattis.
Herwiha navên senatorên wekî Tom Cotton, Lindsey Graham û Jim Talent jî bo heman postê derbas dibe, lê navê Jim Webb bêhtir derketiye pêş ku Webbê 72 salî beşdarî şerê Vîetnamê jî bûye. Webb nivîskarê 10 pirtûkan e, rojnamevan û derhêner e û xwedîyê Xelata Emmy ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin