PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li şûna Wezîrê Bervaniyê James Mattis ku ji ber biryara vekişîna ji Sûriyê karvekêşana xwe dabû, cîgirê wezîr Partick Shanahan bi wekalet tayîn kir.
Mattis bi nameyekê ji Trump daxwaza malnişîniyê kiribû û hatibû diyarkirin, dê heta meha Sibata 2019an li ser karê xwe bimîne û 1ê Çileya 2019an jî erka xwe ya wezîrtiyê dewr bike.
Trump bi daxuyaniyeke ser twitterê ragihand ku dê cîgirê wezîrê berevaniyê Patrick Shanahanê di karê xwe de jêhatî bibe wekîlê wezîrê berevaniyê.
Mattis di nameya xwe de gotibû, “Mafê te heye tu bi wezîrekî berevaniyê yê nêzîkî fikrê xwe re bixebitî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin