NYT: Di êrîşa Venezuelayê de 40 kes hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
NYT: Di êrîşa Venezuelayê de 40 kes hatin kuştin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya rojnameya New York Times a ku dispêre rayedarekî payebilind ê Venezuelayê, di êrîşa Amerîkayê ya bo desteserkirina Maduro û hevjîna wî de herî kêm 40 kesên ku di nav wan de personelên leşkerî û sivîl jî hene, jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku êrîşên hewayî li dijî tesîsên leşkerî û sivîl hatine kirin û bîlançoya giran a van êrîşan hêdî hêdî diyar dibe.

Herwiha du rayedarên Amerîkî yên ku nexwestin navê wan were eşkere kirin, dan xuyakirin ku di operasyona girtina Maduro de nêzî 6 leşkerên Amerîkî jî birîndar bûne.

Maduro û hevjîna wî birin Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro û hevjîna wî Cilia Flores hatine girtin û ji welat hatine derxistin. Hat ragihandin ku Maduro û hevjîna wî ji bo prosedurên dadgehê birine New Yorkê û tê payîn ku roja duşemê li Dadgeha Federal a Manhattanê derkevin pêşberî dadger. Li gorî îdianameyê, Maduro bi tawanên "bazirganiya narkotîkê û çekan" tê tawanbarkirin.