NYT: Trump kêliya dawî de êrîşa asmanî betal kir

NYT: Trump kêliya dawî de êrîşa asmanî betal kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di nava du rojan de çend caran li ser destwerdana leşkerî ya li dijî Hûsiyên li Yemenê biryara xwe guhertiye.

Li gorî nûçeya rojnameya New York Times (NYT), Welîehdê Sûdiyê Muhammed bin Selman roja yekşemê telefonî Trump kiriye û xwestiye ku DYA ji bo rawestandina peveçûna Hûsiyan destwerdanê bike.

Her çend Trump rojek berê gotibû ew li dijî êrîşên asmanî ye, lê piştî vê telefonê helwesta xwe guhertiye û ferman daye Pentagonê ku ji bo êrîşê amadekariyan bike.

Lê belê li gorî agahiyan, dema ku hedef hatibûn pejirandin û bombe li balafiran hatibûn barkirin, Trump di nîvê rojê de ji biryara xwe vegeriyaye û êrîş di deqeya dawî de hatiye betalkirin.

Di heman demê de hat ragihandin ku Hûsiyên ku piştgiriya wan ji aliyê Îranê ve tê kirin, gefa tolhildanê li Sûdiyê xwaribûn.