PeyamaKurd - Hat îdiakirin ku Artêşa Sûriyê li ser daxwaza YPGê ketiye bajarê Minbicê û ala Sûriyê hildaye.
Li gor daxuyaniyeke ku tê gotin Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê belav kiriye, “Artêşa Sûriyê ji bo serweriyê li her bihosteke erda Sûriyê pêk bîne, bersiva banga gel (YPG) daye û bi erka xwe ya berpirsiyarane ketine bajarê Minbicê û ala xwe hildaye.”
Di berdewama daxuyaniyê de tê diyarkirin, “Em rola hemû zarokên welat a ji bo dabînkirina serweriya netewî, bi girîngî dinirxînin.”
Ev daxuyanî di demeke wisa de hat ku piştî biryara Trump jî hîn hebûna hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê û leşkerên Amerîkî li herêmê berdewam e û erka dewriyeyê li Minbicê pêk tînin. Herwiha Tirkiyê jî digel komên çekdarên opozîsyonê, hêzeke zêde ya leşkerî ji bo operasyonê li dorûbera sînorên Minbicê bicih kiriye ku taktîka YPGê ya vekişînê wekî rêgiriya operasyonê hat şîrovekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin