PeyamaKurd – Baroya Wanê doz li wan polîsên ku dema protestoya qeyûman di nav çayxaneyekê de bi awayî xedarî êrîşî ciwanekî kiribûn vekir.
Vîdyoya êrîşa polîsan a ser wî xortê Kurd ku doh li ser medya civakî belav bû, rastî nerazîbûnên zêde hat û heta hinek parlamentarên AK Partiyê bixwe jî wekî êrîşeke hovane bi nav kirin û xwestin ew polîs bên cezakirin.
Xortê ku di çayxaneyekê de bi awayekî hovane rastî tundiya polîsan hatibû piştre hatibû binçavkirin. Dû re derketibû holê ku ew xortê ji polîsan lêdan xwar û hat binçavkirin, bi xwe xwedî nexweşîneke zihnî ye û ji leşkeriya neçarî jî muaf hatiye girtin.
Baroya Wanê li ser wan dîmenan û êrîşa tund a polîsan bi ser wî xortî de, doz li wan polîsên êrîşkar vekir û xwest bên cezakirin.
Parlamentarê AKPê Mustafa Yeneroglu jî li ser hesabê xwe yê twitterê tevî parvekirina vîdyoya êrîşê bertekek tund nîşan dabû û gotibû, “Ev dîmenên Wanê pir tirsnak in. Ev hovîtî nayê qebûlkirin. Yên ku vê zilmê ji bo hemwelatiyên me rewa dibînin divê demildest ji kar bên standin û darizandin û çi pêwîst be bê kirin.”
Van'daki bu görüntüler korkunç! Hukuk içinde görevini yapan emniyet güçlerimizi de zan altında bırakan bu vahşet kabul edilemez! Vatandaşlarımıza bu zalimliği reva gören kişilerin bir an evvel görevden alınması ve yargılanması için gereken mutlaka yapılacaktır. pic.twitter.com/WGYJ63bajj
— Mustafa Yeneroğlu (@myeneroglu) August 21, 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin