Li Mêrdînê 3 taxên din xistin karantînayê

Li Mêrdînê 3 taxên din xistin karantînayê

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê karantînakirina taxa Tibyad a Qoserê, taxên navçeya Dêrikê Endewlê û Heramiyê ku 30ê Adarê û 8ê Nîsanê hatibûn karantînakirin, 3 taxên din xistin karantînaya vîrusa koronayê.

Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku li navçeya Artuklu ya Mêrdînê 3 taxên din ên gundewaran xistine karantînayê ku li wan deran tûşbûyên Covid-19 peyde bûne.

Parêzgariyê da xuyakirin ku taxa Tibyad a Qoserê ji ber li gorî rêkaran tevnegeriyane car din xistine karantînayê. Herwiha taxên navçeya Artuklu Qesra Ehmed û Qurdisê jî hatine karantînakirin.

Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye gotin, qedexeya çûnûhatin û derketinê ji 10ê Nîsanê demjimêr 12:00 destpê dike û dê hemû tedbîr û rêkarên tenduristî û ewlekariyê bên wergirtin.

Li Mêrdînê heta niha 5 tax û gundewar hatine karantînakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin