PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Bijîşkên Kurdistanê, ji Kurdên li Almanyayê, daxwaz kir ku lêçûnên zêde yên merasîmên sersaxiyê ji bo hejar û malbatên şehîdan bên şandin.
“Gelî xuh û birayên hêja !
Em weke "Dezgeha Xêrxwazî ya Bizîşkên Kurdistan" û civaka civîl - bi rûsipî û zaneyên xwe ve, li Akadimiya Kurdistan Navnetewî li bajarê "Kassel - Elmaniya", di 1/3/2020 an de, kom bûn û me li ser pirsa li darxistina "Te'eziyan - şînê", guftûgo kir, ji ber ku Te'ezî bûne barekî giran di mesrûfê de li ser xelkê, ku ehlên wan li welêt di rewşeke dijwar de dijîn û bihtir hewceyî arîkariyê ne ji wan.
Piştî danûsitandinê, civatê ev xalên jêrîn ji boyî birêvebirina Te'ezî yan be durist dîtin:
- Dana xwarin û fêkî were rakirin. Bi tenê av û ça û qehwe di merasîman de were dan.
- Heçî malên wan ji qonaxa seetkê û wêdetir dûrî bajarê "Kassel - yan jî cihê Te'eziyê" be, dikare bi rêya telefonê, yan jî internetê, serxweşiya ehilên rehmetî bike.
- Ji dêvla wê mesrefa zêde,bila xêra mirî, were rêkirin bo feqîr û perîşan û zarwên şehîndan re li welêt,û herwesa ji kirîna derman û pêdiviyên nexweşên tengezar re.
- Merasîmên sersaxiyê bila rojeke tenê be ,ji seet 11:00 heya 18:00an
- Pêwîst e ku xelk, berî wext, bi cihê merasîman werin agehkirin, qene bikaribin rehet bi "erkên" xo rabin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin