PeyamaKurd - Parlamentoya Kurdistanê îro biryar li ser fermîbûna 2 rojên taybet bo Tirkmenan da.
Di rûniştina îro ya parlamentoya Kurdistanê de, li ser gelek mijaran gotûbêj û dengdan hatin kirin û biryarên girîng hatin standin.
Parlamentoyê derbarê Tirkmenan du biryarên girîng derxist û 17ê Mijdarê weke ‘Roja Ziman û Çanda Tirkmenan’ û 25ê Sibatê jî weke ‘Roja Ragihandina Tirkmenî’ nas kir.
Di daxuyaniya piştî civîna îro ya parlamenê de hat gotin ku 3 sal piştî avabûna Herêma Kurdistanê di 1991an de, roja 17ê Mijdarê yekem dibistana Tirkmenî hatiye vekirin û roja 25ê Sibata 1911an jî yekem rojnameya bi zimanê Tirkmenî der çûye.
Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Ayînî û Etnîkî li Kurdistanê Aydin Merûf, piştî biryara parlamentoyê peyameke pîrozbahiyê belav kir û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Tirkmenên Kurdistanê kirin.
Serokê Fraksiyona Eniya Turkmenî li parlamentoya Kurdistanê, Hîmdat Sebah jî derbarê vê biryara parlamentoya Kurdistanê de spasiyên xwe pêşkêşî hemû fraksiyonan kir û got:
“Piştî xwendina yekem û duyem, me serdana hemu fraksiyonan kir bo ku piştgiriya me bikin û em dengên pêwîst bo derbaskirina biryarê bi dest bixin. Em spasiya hemu fraksoyinan dikin ku di pesendkirina vê biryarê de bi piraniya dengan piştgirî dan daku bibe qanuneke fermî.”
Hîmdat Sebah diyar kir, “Ev yekem car e di dîroka Kurdistan û Iraqê de, helkefteke Tirkmenî li gorî qanunê bi fermî tê naskirin û pesendkirin.”
Sebah destnîşan kir ku bi vê pêngavê parlamentoya Kurdistanê îspat kir ku di pêkvejiyana pêkhateyan de cidî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin