Serokwezîra Brîtanyayê Teheresa May tevli Konferansa Asayîşa Navdewletî Ya Munihê bû û got ew bê şert û merc girêdayê parastina Awrûpayê ne.
Brîtanya ji Yekîtiya Awrûpayê vekişiyabû û li ser ku careka dinê bibin endamê Yekîtiya Awrûpayê May got: “Em ji Yekîtiya Awrûpayê vediqetin û nabe ku em bi paşde werin. Referandûmeka dinê jî qet nabe.”
May ragihand ku veqetandina wan ji Yekîtiya Awrûpayê nayê wateya ku wê Brîtanya dev ji ewlekariya Awrûpayê berde. Asayîşa Awrûpayê asayîşa Brîtanya ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin