PeyamaKurd – Tîma Futbolê ya Jinan a Batman Belediyesporê di têkoşîna xwe ya yariyên Lîga Sêyem a Play Offê de serkeftineke mezin bi dest xist.
Fukbolîzên jin ên Batmanê di yariyên navbera 4 tîman de, ji nav 6 yariyan du encamên yeksanî, du serketî û di yek yariyê de jî têk çûn.
Li gorî van encaman Tîma Futbolê ya Jinan a Batman Belediyespor beriya yariya dawî derbasbûna Lîga Duyem garantî kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye tîma jinan beriya niha li bajarê Kayseriyê ji ber bi kurdî axivîbûn rastî êrîşa nijadperestî ya lîstikvanên tîma Gençlerbirligi ya Kayseriyê hatibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin