PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema koça dawî ya hunermend Enwer Şêxanî sersaxiyê li malbata wî kir. Peyama serxweşiyê ya rêzdar Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
“Pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbata birêzê mamosta hunermend Enwer Şêxanî û kesûkar û dost û rêheval û tevahiya hunermendên Kurdistanê dikim, hevderd û hevxema wan im. Xwedayê mezin sebir û hedarê bide hemûyan û xwedê jê razîbe û bi bihûşta xwe şad bike.
Mamosta Enwer Şêxanî ku navekî diyar ê hunera Kurdiye, xizmetekî mezin bo hunera Kurdî kir û hemû temenê xwe bi hunere bexşî, bi kar û xizmet û berhemên xwe yên hunerî, herdem bi xêr û bi zîndiyî li bîra me de dimîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin