Di teqînê de 4 kes can dan

Di teqînê de 4 kes can dan

PeyamaKurd – Li welatê Lubnanê li payîtexta wê li Beyrûdê di depoyekî mazotê de teqînekî çêbû û di encamê de 4 kes can dan. Teqîn li devera Tariq El Cedîde çêbû. Tîmên îtfaiyê û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û xebata rizgarkirinê dewam dike.

Li gor ragihandina berdevkê Xaça Sor ya Lubnanê di teqînê de 4 kes can dane û gelek kes birîndar bûne.

Parêzgerê Beyrûdê Merwan Abboûd ragihand ku tehliya dora ciyê bûyerê dewam dike. Hat ragihandin ku teqîn ji depoya an ku tanka mazotê ya ku mazotê dida jeneratorekî derketiye. Agir ji asta talûkê derketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin