PeyamaKurd - Medyaya Îranê ragihand ku dengê teqînên mezin li parêzgeha Hormozganê hatine bihîstin.
Li gorî nûçeyan li bajarên Sîrik, Cask, Bender Ebas û li girava Qişmê dengê çendîn teqînên mezin hatine bihîstin, lê belê di serî de li ser çavkaniya wan dengan ti daxuyaniyeke zelal nehatiye dayîn.
Ajansên fermî yên wekî IRNA, Tesnîm û Farsê di raporên xwe de behsa wan dengan kirine.
Li gorî nûçeya ajansa Tesnîmê, dengê teqînan bi birêvebirina ewlehiya di Tengava Hurmuzê ve hatiye girêdan, lê di heman demê de ajansa IRNAyê ragihandiye ku êrîşeke esmanî bo ser beşa rojavayê girava Qeşmê hatiye kirin.
Her wiha li deverên leşkerî yên Caskê jî teqînên mezin qewimîne û di destpêkê de ev yek wekî êrîşên esmanî hatibû binavkirin, lê piştre ev rapor ji malperên wan hatine rakirin. Li gorî zanyariyên dawî, di encamê de li girava Qeşmê sîstema parastina esmanî ya desthilatê hatiye armanckirin û teqandin.