Esad agirbesê ragihand û ew agirbesê xerab kir, Amerîka jî li bakûr xist

Esad agirbesê ragihand û ew agirbesê xerab kir, Amerîka jî li bakûr xist

PeyamaKurd- Rejîma Sûriyê ya Beşer Esed li bajarê Idlibê yekalî agirbesê ragihandibû lê niha agirbesê xerab kir û ciyên sîvîl ji bejayiyê de kir hedefa xwe. Rejîma Esed li başûrê Idlibê li navçeya Kefrenbîlê li bajarokê Cercenasê, gundên bi navên Kefersecne, Hîş, Ureynîbe, Has, Deyr Şarqî û Deyr Xarbî bi hawan û roketan li wan da.

Rûsya do ragihandibû ku rejîm agirbesê îlan kiriye û dê îro siet ji 6 ê sibê de destpêbike. Lê niha ew agirbesê car din bi destê xwe xerab kir.

Li aliyê dinê fermandariya Navendî ya Amerîkayê li bakûrê Idlibê bi hêzên hewayî li El Qaîdeyê xist. Êrîş bo serpereştên Al Qaîdeyê bûn. Bo operasyonê fermandariya navendî ya Amerîkayê weha got:

“Êrîş bo parastina hemwelatiyên Amerîkayê, hevkarên me û bo ser serpereştên El Qaîde bûn ku sîvîlên bêguneh tehdîd dikirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin