Putin, bi sedema Paskalyayê ji bo yek rojekî agirbesê ragihand

Putin, bi sedema Paskalyayê ji bo yek rojekî agirbesê ragihand

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi sedema cejna Paskalyayê ji bo yek rojekî bi Ûkrayna re agirbesê ragihand.

Agirbes wê di 11 ê Nîsanê seet di 06.00an de destpêbike û heya dawiya 12ê Nîsana 2026an dewam bike. Agirbes 24 seet dê dewam bike û divê operasyonên leşkerî nên kirin. Li ser agirbesê Kremlinê weha got:

“Serfermandarê artêşa Federasyona Rûsyayê Vladimir Putin biryarê da ku bi sedema hatina Cejna Paskalya ya Orotodoks (Vejîna Hz.Îsa) di 11ê Nîsanê seet ji 06.00an heya dawiya 12ê Nîsana 2026an agirbesê ragihandiye.”

Serokê Ûkraynayê Zelenskiy jî berê xwestibû ku di cejna Paskalyayê de agirbesê bikin û weha dewam kiribû:

“Agirbsekî tan an enerjîk. Di wexta cejna Paskalya de em ji bo agirbesê amade ne.”