Sam: Tirkiye avê weke çekê li dijî bêhtirî milyonek xelkê Sûrî bi kar tîne

Sam: Tirkiye avê weke çekê li dijî bêhtirî milyonek xelkê Sûrî bi kar tîne

PeyamaKurd –  Wezareta Karûbarên Derve ya Hikûmeta Şamê li ser qutkirina ava Hesekê ji aliyê dewleta Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û Tirkî şermezar kir. Herwiha daxwaz ji rêxistinên mirovî kir, da ku fişarê li Tirkiyê bikin û van sûcên xwe rawestîne.

Wezaretê bi daxuyaniyekê diyar kir, Tirkiye û komên xwe yên çete, avê weke çekê li dijî bêhtirî milyonek xelkê Sûrî bi kar tîne û bi vê yekê re mafê mirovan bidestxistina avê binpê dike.

Herwiha, ji NY û Xaça Sor a navdewletî daxwaz kir, bi lez destwerdanê lê bikin, da ku Stasyona Elok a Avê were xebitandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin