Zîrwe ya Yûnan, Kibris a basûr, Îsraîl û Amerîkayê

Zîrwe ya Yûnan, Kibris a basûr, Îsraîl û Amerîkayê

PeyamaKurd- Temsîlkarên her 4 dewletan bo zîrwe ya xaza xwezayî ya rojhilata Derya Sipî, li payîtexta Yûnansitanê li Atînayê hatin cem hev. Encamname ji aliyê wezîrê enerjiyê û hawirdoriyê yê Yûnansitanê de hat ragihandin.

Wezîrê enerjiyê û yê hawirdoriyê yê Yûnansitanê Kostis Hacidakis ragihand ku bo xaza xwezayî ya rojhilata Derya Sipî bibin Awrûpayê, bi navê East-Med ê projeyeka xeta lûlê çêkirine û bo lezê bidin xebata xwe, di zîrweyê de biryarê dane. Wezîr weha got:

“Ev proje bo me berya her tiştiye. Me biryarê da ku em lezê bidin projeya East-Med ê. Em plan dikin ku bi Îtalya re hevkarî bikin û di demeka kurt de pêşde herin. ”

Hacidakis got ku ew destekê didin Rûman bo xebata wan ya hîdrokarbonê û weha dewam kir:

“Ev civîn ne li dijî ti dewletekiye. Tenê di çarçoveya hûqûqa navdewletî û peymanan de, em dixwazin destekê bidin herêmê.”

Li rojhilata Derya Sipî xaza xwezayî geleke û di pêş de dê bibe sedemaka gengeşeya li ser Kibrisê. Kibrisa Rûman û Yûnan dixwaze xazê berya Tirkiyê bigihîne Awrûpayê ku projeyeka Tirkiyê ya weha heye û niha tê avakirin.

Îsraîl behsa firotina xaza para xwe bo Misrê dike. Heya mehekî dê xaza xwe bişîne Misrê û ji tesîsên wê derê dê bişîne Awrûpa.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin