PeyamaKurd – Nivîskarê navdar ê Urdunî Malik Asamne di gotareke xwe de, têkiliyên Tirk û Kurdan nirxand û got, “Kîndarî û dijminatiya Kurdan a Tirkiyê dîrokî ye Enqerê jî hemû pêwendiyên xwe li ser dijminatiya Kurdan pêş xistine.”
Malik Asamne li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê got ku pêwîste dijminatiya dewleta tirk a bo kurdan ji aliyê dîrokê û ehlaqê ve were nirxandin û wiha got:
“Dewleta tirk tim ji Kurdan tirsiya ye ku ev rastiyeke nayê înkar kirin e.. Enqerê hemû têkiliyên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe her tim li ser kîndarî û tirsa dijî Kurdan ava kiriye.”
Asamne herwiha dibêje, Tirkiye di êrîşên ser Kurdan de sînoran nas nake û dide zanîn, “Heta bikaranîna çekên qedexekirî êrîşên îmhakirinê li ser Kurdan pêk tîne.”
Asamne rexne li bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî jî girt û got: “Wijdana raya giştî ya navnetewî hişt ku ew bêdengî ji holê rabe. Lê dîsa jî raya giştî ya cîhanê ji bo berjewendiyên siyasî kuştina mirovahiyê temaşe dike.”
Nivîskarê Urdunî dibêje, dewleta tirk dixwaze kurdan bi temamê dorpêç bike û bixe jêr kontrola xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin