PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêmeke bakurê Idlibê di navbera çekdarên rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) û şaneyeke DAIŞê de şer rû da.
Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî, hêzeke HTŞê bi ser gundê Tilade yê bakurê Idlibê de bi ser şaneyeke DAIŞê de girt û şer di navbera herdu aliyan de derket.
Hat diyarkirin ku çekdarên HTŞê hejmarek endamên şaneya DAIŞê desteser kirin û herwiha kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûne.
Rêxistina HTŞ li parêzgeha Idlibê ku di bin kontrola çekdarên bi ser Tirkiyê ve ye, hêza herî mezin û serdest e.
Rêxistina HTŞ bi ser El Qaîdê ve ye û ew jî wekî DAIŞê di lîsteya terorê ya cîhanî de hatiye pênasekirin ku herdu rêxistin gelek caran şerê hev jî dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin