Li Farqîna Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê 4 roj in du zarok wenda ne

Li Farqîna Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê 4 roj in du zarok wenda ne

PeyamaKurd - Li Diyarbekirê du zarokên 10 û 12 salî, dema xwarinê ji bavê xwe yê şivantiyê dike re dibin, wenda dibin. 4 roj in herdu zarok wenda ne û tu agahî di derbarê wan de nehatiye bidestxistin.

Li Taxa Akçayir a navçeya Diyarbekirê Farqînê, 4 roj in ji malbata Haddur ku bi şivantiyê debara xwe dikin, ji zarokên wan ên wenda yê 10 salî Hatem û yê 12 salî Vahîde, tu agahî nehatiye bidestxistin.  

Li gor bavê zarokan ê şivantiyê dike Necdet Haddur diyar kir, di derbarê zarokên xwe yê 4 roj bere bi armanca xwarinê jê re bibin ji malê derketine, tu agahî bi dest nexistiye.

Bav Haddur destnîşan kir, serî li Gerînendeya Asayîşê ya Farqînê daye da ku zarokên wî yê wenda bê dîtin, lê tu heta niha tu encam bi dest nexistiye.

Metirsiya bav Haddur her roj zêdetir dibe û daxwaz dike, demildest zarokên wî bi saxî bên dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin