PeyamaKurd - Rojnameya Şerq El-Ewset a erebî ragihandiye ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nav çend rojên bê de serdana Libyayê dike û bi aliyê hikûmeta Terablûsê ya Wîfaqê re hevdîtinan pêk tîne.
Li gorî rojnameyê beriya serdana duyem a Erdogan bo hikumeta Wîfaqê ya bi seroktiya Fayez Serac, hêzên taybet ên Tirkiyê çûne Libyayê û ji bo ewlehiya Erdogan bistînin bicih bûne.
Şerq El-Ewset agahiyên xwe dispêre çavkaniyên rewşê dişopînin û radigihîne, komeke ewlehiyê ku ji endamên hêzên taybet ên Tirk pêk tê, ji bo garantiya ewlehiya serdana Erdogan a li Terablusê bi du balafirên leşkerî gihîştin herêmê.
Çavkaniyan daye xuyakirin ku wê Erdogan serdana hêzên Tirk ên li bajarê Misrata jî bike.
Rojnameya Siûdî Şerqul Eswet diyar dike ku serdan di çarçoveya tevgerên Tirkiyê û Qeterê de pêk tê ku her du alî jî naxwazin hewldanên navneteweyî yên ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê bi ser bikevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin