Trump bê îzna kongreyê dê sîlihan bifrose Erebistan û Emaratan

Trump bê îzna kongreyê dê sîlihan bifrose Erebistan û Emaratan

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bi sedema ku zahmete kongreya Amerîkî jê re erê bike, dê bê îzna wan sîlihan bifroşe Erebistana Si’ûdiyê û Emaratan. Li gor nûçeyên ji kongreyê tên ragihandin, wezîrê karên derve Mike Pompeo bo kongreyê name şandiye û bo erka xwe ya taybet bikarbîne agahî daye wan.

Li gor nûçeyê Trump dê “rewşa awarte” bikarbîne û bo firotina 22 sîlihan li benda kongreyê nemîne. Biryara Trump ya ku dê kongreyê bypass bike, wê yekser bixe dewrê û bê biryara kongreyê, bi bihayê 8 mîlyar dolaran sîlihan bifroşe her dû welatan.

Partiya Demokratan di mijarê de bertek nîşan dide û dibêje Trump erka xwe bi xerabî bikartîne. Komarî jî dibêjin ku sîlihên Amerîkayê di şerê Yemenê de tên bikaranîn û nerazîbûna xwe tînin ziman.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin