PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku serokê Rûsyayê Putin û serokê Çînê Şi Cinping jê re gotine ku dê çekan nefroşin Îranê.
Trump got ku ew bendeye her dû serok van tewrên xwe dewam bikin û eger nekin, dê di berjewendiyên wan de nîn be.
Trump daxwuyaniya xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî de kir û behsa hevdîtinên bi Putin û Şi re kir. Trump got:
“Serok Şi li Çînê li Pekînê di hevdîtina me ya dawiyê de ji min re got ku dê bi ti awayî û bi her şertî dê çekan nefroşe Îranê û nedê. Ev daxwuyanî her weha ji bo şîrketên Çînê bû jî. Dema ez têkiliyên di navbera me de didim ber çav, ez pê bawerim û gelek qenciyan jî lê dikim.
Putin jî weka Şi, tevî şerekî berbat bi Ûkrayna re dimeşe û têkiliyên min bi Zelenskiy re jî başin, ji min re got ku dê sîlihan nefroşe Îranê. Ew jî dizane ez çekan nafroşim Ûkraynayê lê dizane çekan difroşim NATOyê. Ew bedela çekên me didin lê çekan çawa belav dikin qet agahiya min tine.
Lewra, di mijara Îranê de, her dû welatên ku navên wan derbas dibin, li gor fikra min, neketine nav pêvajoya firotina çekan ji bo Îranê. Eger tevlî firotinê an dana çekan bibin, dê rewş gelek xerab bibe. Bêguman dê ne di berjewendiya wan de be.”